Kwêtê jî hatina Qeteriyên di lîsta terorê de ne qedexe kir
Hikûmeta Kwêtê ragihand, ew rê nadin kesayetiyên Qeterî yên ku navên wan di lîsta terorê de ne, serdana wî welatî bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Kwêtê ragihand, ew rê nadin kesayetiyên Qeterî yên ku navên wan di lîsta terorê de ne, serdana wî welatî bikin.
Berpirsekî hikûmeta Kwêtê ji medyayê re ragihand, li gorî lîsta terorê ya ku ji aliyê welatên Kendava Erebî ve hatiye danîn, çi kesên navên wan di wê lîstê de hebin, nabe ew derbasî nav axa Kwêtê bibin.
Ji roja 5 Hezîranê ve, her yek ji Siûdiye, Behrên, Îmarata Erebî, Misr, Yemen, Hikûmeta demkî ya Lîbyayê û Komara Maldîvê pêwendiyên xwe ligel Qeterê birîn.
Ew 7 dewlet, Qeterê bi piştevaniya li grûpên terrorist (Îxwan Muslimîn, Husiyên Yemenê û Qaide), piştevaniya ji ecindeyên Îranê re û têkdana asayişa navçê tuhmetbar dikin.
Di piştre her yek ji Siûdye, Îmarat, Behrên û Misirê di daxuyaniyekê de navê 59 kesatî û 12 dezgehên ku ji aliyê Qeterê ve tên piştevanîkirin, xistibûn nava lîsta terorê de.