Tirkiye: Divê YPG li Afrîne were jinavbirin
Cigîrê Serokwezîrê Tirkiyê Veysî Kaynak dibêje, divê YPG ji Afrînê were jinavbirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Cigîrê Serokwezîrê Tirkiyê Veysî Kaynak dibêje, divê YPG ji Afrînê were jinavbirin.
Veysî Kaynak îro li ser operasyona Mertala Ferêt axivî û bal kişand li ser hebûna YPGê ya li Afrînê. Cigîrê Serokwezîr da zanîn ku, piştî operasyona Mertala Ferêt ew deverên ji aliyê Arteşa Tirkiyeyê ve hatine kontrolkirin ewletir be û divê YPG li Afrînê nemîne.
Cigîrê Serokwezîrê Tirkiyeyê got jî, xebatên Wezreta Derva û MÎTê yên derbarê jinavbirina YPGê de berdewam dikin, ji bo gerantîkirina ewlekarî û aramiya Bab, Azez, Îdlîb û sînorên Tirkiyeyê, divê YPG li Afrîne nemîne û were têkbirin.
Ev daxuyaniyên Veysî Katnak di demekê de ne, ku medyayên Tirkiyeyê ragihandibûn, Arteşa Tirkiyeyê û grûpên opozîsyona Sûriyê li dijî YPGê dest bi amedekariya operasyoneke berfireh kirine.