Artêşa Tirkiyê navçeya Raco ya Efrînê topbaran dike
Artêşa Tirkiyê navçeya Raco ya Efrînê bi mûşekên Katyuşa û topên Hawinê armanc dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê navçeya Raco ya Efrînê bi mûşekên Katyuşa û topên Hawinê armanc dike.
Rojnamevan Ayanda Koran ji K24ê re ragihand, Artêşa Tirkiyê pireya Heşarge û gundê Qere Baba yên li navçeya Reco bi mûşekên Katyuşa û topên Hawinê armanc dike.
Herwiha got jî, artêşa Tirkiyê hêzeke ji 10 tankan li ser sînor li hember gundê Qere Baba bicih kiriye.
Ev topbarana li ser gund û navçeyên Efrînê piştî wê yekê tên, Cigîrê Serokwezîrê Tirkiyeyê duh gotibû, xebatên Wezreta Derva û MÎTê yên derbarê jinavbirina YPGê de berdewam dikin û ji bo gerantîkirina ewlekarî û aramiya Bab, Azez, Îdlîb û sînorên Tirkiyeyê, divê YPG li Afrîne nemîne û were têkbirin.