Tevgera veguhestinê ji nû ve vedigere Tebqayê
Piştî ku Encûmena Sivîl a bajêr otogar aktiv kirin, welatî dikarin ji Tebqayê bo bajarên din ê Sûrî bê tirs û metirsî çûnûhatinê bikin.
K24 – Tebqa
Piştî ku Encûmena Sivîl a bajêr otogar aktiv kirin, welatî dikarin ji Tebqayê bo bajarên din ê Sûrî bê tirs û metirsî çûnûhatinê bikin.
Piştî kontolkirina bajarê Tebqayê, êdî otogara bajêr vegeriya ye xabata xwe û veghustin di navbera Tebqayê û piraniya bajarên Sûrî de hêsantir bûye. Rêwî didin zanîn, ku hest dikin ew di zîndanê de bûne û niha wan azadiya xwe bi dest xistine.
Ta niha bêtir ji 6 nivîsgehên veguhastinê li otogarê hatine vekirin. rêvebariya otogarê dide zanîn ku, ew kar dikin ta ku ti pirisgirêk rû nedin û tevahî pêwîstiyên ewlehî pêk bînin.
Berî niha welatiyên bajarê Tebqayê gelek astengî di veguhestinê de didîtin, bi teybet kesên nexweş û şagirtên xwendina zanîngehê.