YNK kesekî din li cihê Ala Talebanî diyar dike
Biryar e îro Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) serokê fraksiyona wê li parlementoya Iraqê diyar bike. Li gor zanyariyan jî Arêz Ebdulah wê postê werdigire.
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e îro Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) serokê fraksiyona wê li parlementoya Iraqê diyar bike. Li gor zanyariyan jî Arêz Ebdulah wê postê werdigire.
Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê ragihand, îro demjimêr 17:00 Ploîtburoya YNKê li Silêmaniyê dicive û di civînê de biryar li ser destnîşankirina Arêz Ebdulah wek Serokê Fraksiyona Kesk di parlementoya Iraqê were dayîn.
Li gor zanyariyên peyamnêrê me, her di wê civînê de YNKê amadekariyên bo destpêkirina guftûgoyê di navbera YNKê û Tevgera Goranê û pirsa destnîşankirina endamên xwe di komîteyên referandûmê gotûbêja dike.
Roja 12 Hizîrana 2017an, bi biryara Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl, Seroka Fraksiyona Kesk Ala Talebanî hatibû dûrxistin.
Ala Talebanî di bernameya kaneleke Erebî ya nêzîkî Nûrî Malîkî de gotibû; “Malbata Talebanî ne Kurd in û eslê wan Erebên Şîe ne, ji hoza Esedî ne.”