Dîsa Efrîn bi mûşekên Katyuşa hate armanckirin

Êrîşa grûpên îslamî yên li Ezazê li ser gundên Efrînê berdewam e. Şeva borî jî gundê Cilbirê ya navçeya Şêrewa bi 4 mûşekan hate armanckirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Êrîşa grûpên îslamî yên li Ezazê li ser gundên Efrînê berdewam e. Şeva borî jî gundê Cilbirê ya navçeya Şêrewa bi 4 mûşekan hate armanckirin.

Rojnamevan Ayanda Koran ji K24ê re da zanîn ku, şeva borî 4 mûşekên Katyuşa li nêzîkî gundê Cilbirê ketin, lê ti ziyanên canî nebûn.

Ji berî cejna Remezanê ve, artêşa Tirkiyê û grûpên îslamî yên li bajarê Ezazê û li devera Şehba yên ku Tirkiyê piştevaniya wan dike, gundên Efrînê didin ber top mûşekan.

Ji demekê ve jî, medyayên Tirkiyeyê amaje bi wê dikin ku Arteşa Tirkiyê û grûpên opozîsyona Sûriyê dest bi amadekariya operasyoneke berfireh li dijî YPGê li Efrînê dikin.

Duh jî, Berdevkê Desteya Berevaniyê li Efrînê Fewzî Silêman ragihandibû, Artêşa Tirkiyê dest bi operasyonekê li devera Şehba kiriye û bajarokê Mariê û gundên Hizwan, Sosyan, Numan, Birc, Kiêbê, Kefir Kelbîn, Til Malid, Silsanê, Eble û Twêhînê ji welatiyan vala dike.