Wezîrekî Kurdistanê: Îranê av me girtiye, em jî neçar in ava Iraqê kêm bikin

Wezîrê Çandinî û Jêderên Avê yê Herêma Kurdistanê ragihand, me berpirsên Îran û Iraqê derbarê girtina Îranê ya avê li Qeladizê agahdar kirine û neçar in ava bendavan kêm berdin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Çandinî û Jêderên Avê yê Herêma Kurdistanê ragihand, me berpirsên Îran û Iraqê derbarê girtina Îranê ya avê li Qeladizê agahdar kirine û neçar in ava bendavan kêm berdin.

Wezîrê Çandinî û Jêderên Avê yê Herêma Kurdistanê Ebdulsetar Mecîd di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ji ber ku Îranê av bi ser Herêma Kurdistanê de qut kiriye, Herêma Kurdistanê jî neçar e ji bo dabînkirina ava pêdivî, ava Iraqê kêm bike.

Ebdulsetar Mecîd got: “Me çendîn car in ji berpirsên Îranê re gotiye, ku dikarin sûdê ji avê werbigirin, lê ne ziyanê bigihîne Herêma Kurdistanê.”

Got jî: “Girtina avê ji aliyê Îranê ve, ziyan gihandiye Herêma Kurdistanê, ku ew av jêdera ava vexwarinê ya 90 hezar welatiyên Qeladizê, çandinî, projeyên masiyan e. Herwiha 60 ji sedî ji ava bendava Dokanê ye.”

Ebdulsetar Mecîd ragihand jî, ku wan Wezareta Av û Bendavên Iraqê agahdar kirine, ji ber ku Iraq jî sûdê ji avê dibîne. Herwiha wan pêwendî ligeê serkunsulê Îranê yê li Hewlêrê kirine, heta niha jî av nehatiye berdan.

Wezîrê Çandinî û Jêderên Avê yê Herêma Kurdistanê got: “Em neçar in bo dabînkirina avê, ava ku ji bendava Dokan û Derbendîxanê diçe Iraqê kêm bikin.”

Wezîrê Ava Kurdistanê diyar kir ku Herêma Kurdistanê naxwaze ava Iraqê kêm bike û got, lê gava pêwîstiya welatiyên me bi hebe emê kêm bikin. Me berê 180 metrekûp di çirkeyekê de berdida em niha derdora 50 metrekûp di çirkeyekê de berdidin.