Pispor: Tirkiye bê Rûsyayê nikare gavekê berve Efrînê bavêje

Li gorî pisporan amadekariya operasyona bo Efrînê teqez bi Rûsyayê re tê koordînekirin. Ji ber ku beyî Rûsyayê ne mimkûn e ku Tirkiye gaveke bi vî rengî biavêje. Nebûna leşkerên Amerîkayê ya li wê herêmê jî destê Tirkiyê rehettir dike. Tirkiye jî naxwazwe bi Amerîkayê re rûbirû bimîne li vê derê.

 

K24 – Enqere

Li gorî pisporan amadekariya operasyona bo Efrînê teqez bi Rûsyayê re tê koordînekirin. Ji ber ku beyî Rûsyayê ne mimkûn e ku Tirkiye gaveke bi vî rengî biavêje. Nebûna leşkerên Amerîkayê ya li wê herêmê jî destê Tirkiyê rehettir dike. Tirkiye jî naxwazwe bi Amerîkayê re rûbirû bimîne li vê derê.

Bi boçûna Pispor Oytun Orhan Tirkiye di vê operasyona Afrînê de wê guh nade Amerîkayê. Tirkiye digel îtîrazên Amerîkayê jî dikare li YPGê bixe. Berê jî ji Trump re hatiye gotin, "dema ku YPG bibe wek gefekê wê Tirkiye lêxe." Orhan dibêje, nebûna leşkerên Amerîkayê ya li wê herêmê destê Tirkiyê rehettir dike. Tirkiye jî naxwazwe bi Amerîkayê re rûbirû bimîne li vê derê. Li gorî pisporê Rojhilata Navîn Oytun Orhan piştevaniyê ne de jî ji bo operasyonê rêdayîna Rûsyayê tiştekjî giring e bo Tirkiyê.

Pisporê Rojhilata Navîn Oytun Orhan ji K24ê re wiha axivî: "Tirkiye dixwaze hebûna YPGê ya li bakûrê Sûriyê serdan pê bi dawî bîne. Ji bo operasyonekê Efrîn cihê herî guncaw e. Li Rojhilatê Firadê li dij DAIŞê şer berdewam e. Li vir hasasiyeteke Amerîkayê jî heye. Li Rojavayê Minbîçê jî hem Amerîka û hem jî Rûsya heye. Li Efrînê jî parastina Rûsyayê hebû, lê di van demên dawîn de li ser Sûriyê proseseke hevkariyê heye di nava Tirkiye, Îran û Rûsyayê de. Bi vê mijarê re têkîldar di warê Efrînê de koordînasyonek pêk hatiye di nava Tirkiye û Rûsyayê de û ji bo operasyona Efrînê jî vekişandina leşkerên xwe, Rûsya rê dide Tirkiyê."

Pispor diyar dikin, li gorî nirxandinên rayedarên Tirkiyê bi saya Efrînê PKK bi hêsanî dikare tevbigere li ser sînorê Tirkiyê. Ji bo parastina sînorên xwe jî Tirkiye dixwaze ku mudaxeleyî her cihê ku YPG lê ye bike. Ji bilî vê yekê Tirkiye dixwaze di nava Îdlib û ew cihê ku Mertala Firadê lê ye pirekê ava bike. Ger herêma Tel Rifadê bê standin dibe ku ev pir bê danîn. Loma ji ber van sedeman Efrîn wek çembera herî qels tê dîtin ji bo operasyonekê ya digel koordînasyona Rûsyayê.

Pisporê Rojhilata Navîn Dunya Başol jî got: "Tirkiye ji berê de dixwaze Tel Rifadê bistîne. Dema ev der ji destê Artêşa Azad ya Sûriyê wan derket baweriya wan gelekî şikestibû. Du armancên vê operasyonê hene. 1 - Tirkiye dixwaze Tel Rifadê bide opozîsyonê. 2 - Tirkiye li El Babê tengijî û ma. Bi vê operasyona Efrînê dixwaze warê xwe berfirehtir bike. Lê armanca Tirkiyê ne Efrîne, esil Tel Abyad e. Ji ber Amerîkayê nikare tiştekî bike. Loma niha Tel Rifadê ji xwe re dike armanc."

Pispor diyar dikin ev operasyon ne mimkûn e ku li hemû Efrînê û heta navendê bê meşandin. Ger operasyonek dest pê bike bi tenê wê li wan cihên ku nêzîkî sînorên Tirkiyê ye berdewam be. Tirkiye dibe ku tenê bixwaze YPGê durî cihên nêzîkî sînorên xwe bike.