HSD berve başûrê Reqayê di pêşveçûnê de ye

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, ji bo cara yekem karî çemê Ferêt derbas bike û ber bi başûrê Reqayê ve bi pêş ve here.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, ji bo cara yekem karî çemê Ferêt derbas bike û ber bi başûrê Reqayê ve  bi pêş ve here. 

HSDê di dema borî de dest danîbû li ser 6 taxan, 3 tax ji wan li aliyê rojhilat û 3 yên din jî li rojavayê bajar bûn. Ligel pêşveçûnên roja Pêncşemê 27 Hezîranê, Bazara Hal jî control kir û karî ji aliyê başûr ve kontrola xwe berfireh bike. Herwiha riya herî dawî ya revandinê ya DAIŞê girt kir û bi vê yekê DAIŞ li başûr hat dorpêçkirin.

Peyamnêrê K24 jî li bereya Reqayê ragihandibû, ku jiber kotnrolkirina bazara hal DAIŞê dest bi êrîşek berovajî kir û şerek giran li taxa Pîşesazî jî çend demjmêran domand û di dawiyê de DAIŞê karî carrke din ji encama rêzeke teqînan dest deyne ser taxa Pîşesazî, piştî heftyekê ji kontrolkirina HSDê ji wê taxa re.

Operasiyona kontrolkirina bajarê Reqa di 6 Hezîranê de dest pê kir û HSDê bi piştevanîya Hevpeymaniya Navdewletî heta niha karîbûn derdora Reqa bi tevahî dorpêç bikin û hemû rêyên derketina DAIŞê ji bajêr bigirin.