YPG bîlançoya şerê meha Hizêranê eşker dike
YPGê ragihand, Tirkiyê 102 caran êrîşî çeperên YPGê yên li seranserî Rojavayê Kurdistanê kiriye. Herwiha 56 çekdarên grûpên opozîsyonê hatin kuştin. Di Hezîranê de 98 şervanên YPG û YPJê şehîd bûne.
K24 – Navenda Nûçeyan
YPGê ragihand, Tirkiyê 102 caran êrîşî çeperên YPGê yên li seranserî Rojavayê Kurdistanê kiriye. Herwiha 56 çekdarên grûpên opozîsyonê hatin kuştin. Di Hezîranê de 98 şervanên YPG û YPJê şehîd bûne.
Li gor daxuyaniya YPGê, di meha Hezîrana 2017’an de artêşa Tirkiyê û çekdarên di bin fermandariya wê de tevdigerin, 102 caran bi çekên giran, bi tang, topên Hawin û obûsan êrîşê çeperên hêzên YPGê yê li seranserî xaka Rojava kirine.
Artêşa Tirkiyê 24 caran bi balafirên şer û balafirên keşfê ya bê mirov li seranserî Rojava geriyaye û axa Rojava binpê kiriye.
Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên ku artêşa Tirkiyê piştevaniya wan dike jî 4 caran êrişên bejahî li ser çeperên hêzên YPGê pêk anîn. Di bersivdayîna YPGê de jî 26 çekdar hatin kuştin.
Hêzên YPG û YPJ di çarçoveya parastina rewa de 18 caran di asta pêwîst de bersiva dest dirêjî û êrişên artêşa Tirk û çeteyên wî dane.
Di operasyona Reqayê de, 7 şervanên YPJ’ê di nav de 84 şervanên YPG’ê şehîd bûne. Her wiha têkbirina êrişên çekdarên DAIŞ’ê li ser herêma Şedadê de 6 şervan, di encama qezayan de 6 şervan, 2 şervan jî ji ber nexweşiyên giran şehîd bûne.