Li Diyarbekirê nerazîbûn li hember êrîşa Tirkiyê ya li ser Efrînê

Êrîşa ku ji aliyê Hêzên Artêşa Tirkiyê ve di 29'ê Hezîrana 2017'an de li Efrîna Rojavayê Kurdistanê hat kirin, li Diyarbekirê ji aliyê qada siyasî û civakî ve rastî nerazîbûnan hat û hat diyarkirin ku Tirkiye dixwaze li hember aloziyên ku li Bakûrê Kurdistanê diqewimin, bi liv û tevgera tolhildanê êrîş li Kurdên Rojavayê Kurdistanê bike.

 

K24 – Diyarbekir

Êrîşa ku ji aliyê Hêzên Artêşa Tirkiyê ve di 29'ê Hezîrana 2017'an de li Efrîna Rojavayê Kurdistanê hat kirin, li Diyarbekirê ji aliyê qada siyasî û civakî ve rastî nerazîbûnan hat û hat diyarkirin ku Tirkiye dixwaze li hember aloziyên ku li Bakûrê Kurdistanê diqewimin, bi liv û tevgera tolhildanê êrîş li Kurdên Rojavayê Kurdistanê bike.

Piştî mijara çekdayîna Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ya ji bo Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê ku bi pêşengiya YPG'ê tev digerin, Tirkiyeyê hêzên teqwiye şandibû herêma ku li Rojava di bin kontrola Kurdan de bû û li hember êrîşên YPG'ê, bajarê Efrînê topbaran kiribû.

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îmam Taşçier li ser mijarê daxuyand ku Efrîn bi xwîna Kurdan hatiye girtin, dê ji bo parastina wê car din xwîn birije.

Îmam Taşçier ji K24ê re got: "Tirkiye dixwaze li Rojhilata Navîn bibe xwedî rol û mîsyon, lê ji ber ku nebû xwedî rol û mîsyon, vê carê dest bi lîstikan dike û xirab dike. Ango cihê ku wekî Dewleta Tirk ava bikira, îro xirab dike. Ez wisa bawer dikim ku dê piraniya welatên li derveyî Rojhilata Navîn ên wekî Emerîka, Ewropa û Rûsya li hember vê Êrîşa ku li Efrînê bûye, bêdeng nemînin."

Ji qada Hikûmeta Partiya Edalet û Geşepêdanê Ak Partiyê, li ser mijara êrîşa Efrînê hatibû ragihandin ku; 'Ji bo ewlehiya Bab û Îdlibê, paqijkirina Efrînê şert e.' li ser mijarê Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê jî ragihandin ku heger Tirkiye li hember Efrînê êrîşek bike, ew ê jî li beranberê êrîşê ranewestin û bersiva êrîşa wan bidin.

Çavdêrê siyasî Şerefxan Cizîrî jî diyar kir ku heger Tirkiye dibêje ez naxwazim bi cîranên xwe re aloziyan bijîm, di serî de divê rêz li biryarên cîranên xwe bide.

Şerefxan Cizîrî ji K24ê re got: "Heger Tirkiye bi rastî jî bixwaze li Rojhilata Navîn aramî çêbibe, divê di serî de bi Kurdan re li hev bike. Em nabêjin bila bibêjin em birayên hev in lê divê em hev û din qebûl bikin. Ango Kurdistana Sûriyeyê, Kurdistana Sûriyeyê ye ne ya Tirkiyeyê ye; bihêlin bila ew biryara xwe bidin bê ka çawa dixwazin xwe bi rê ve bibin."

Li gorî nirxandinên aliyên siyasî û civakî yên Diyarbekirê; di pêvajoya ku Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ji bo rizgarkirina Reqayê ya ji destên DAÎŞ'ê tevdigerin de êrîşa ku ji aliyê tirkiyeyê ve li Efrînê tê kirin, dibe nîşaneya nerazîbûna li hember destkeftinên Gelê Kurd û bi vê nerazîbûnê re êrîş Kurdên Rojavayê Kurdistanê tê kirin.