Di 6 mehan de, 122 kolberên Kurd hatine kuştin û birîndarkirin
Li gor amarên Navenda Mafê Mirovan “Hingaw” di 6 mehên dawî de li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 39 kolberên Kurd ji aliyên hêzên Îranê ve hatine kuştin û 83 kolber jî birîndar bûne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li gor amarên Navenda Mafê Mirovan “Hingaw” di 6 mehên dawî de li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 39 kolberên Kurd ji aliyên hêzên Îranê ve hatine kuştin û 83 kolber jî birîndar bûne.
Li gor aramrên wê navendê, ji wê hejmarê 17 kolber bi teqeya rasterast ya hêzên çekdarên Îranê hatine kuştin û 8 kolber ji ber revîna ji ber hêzên Îranî ve canê xwe jidest dane.
Her li gor wê amarê, hejmara mezin yên wan kolberan, xelkê Ormiye, Sine û Kirmanşanê yên Rojhilatê Kurdistanê ne.
Di demê dawî de kuştin û birîndarkirina kolberên Kurd ji aliyê hêzên Îranî ve bû cihê nerazîbûna xelkê Rojhilatê Kurdistanê û parlementoya Îranê jî biryara bîneya (parastina maf) kolberan dabîn bike, lê heta niha bi awayekî berbiçav ew proje cibicî nebûye.