ENKS merc datîne bo beşdariya di civîna Kongreya Netewî ya Kurdistanê de

Li bajarê Qamişlo, şandek ji Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) serdana Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê kir. KNKê daxwaz ji ENKSê kir ku beşdarî civîna şêwirê ya KNKê bibe ya ku biryar e di 15 û 16 vê mehê li Başûrê Kurdistanê bi rê ve here.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Qamişlo, şandek ji Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) serdana Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê kir. KNKê daxwaz ji ENKSê kir ku beşdarî civîna şêwirê ya KNKê bibe ya ku biryar e di 15 û 16 vê mehê li Başûrê Kurdistanê bi rê ve here.

Duh şandeke ji KNKê ku ji Endamê Desteya Serokatiyê Ebdilkerîm Omer û endamên KNKê Nesredîn Îbrahîm, Ebîr Hesaf, Luqman Ehmê û Telal Mihemed pêk hatibû, serdana nivîsgeha ENKSê ya li Qamişlo kir û ji aliyê Cîgirê Serokê ENKSê Fesla Yûsf ve hate pêşwazîkirin.

Civîna duh ku ji bo medyayê ve girtî bû, ji piştî civînê û di konferaseke rojnamevanî de Cîgira Serokê ENKSê Fesla Yûsif ragihand, civîn li ser daxwaza KNKê bû, bo lidarxistina civîneke şêwirê di rojên pêş de, bo rêkxistina navmala Kurdî ya li ser asta herçar perçeyên Kurdistanê, kêmkirina nakokiyan û diyarkirina armancên Kurd di pêşerojê de.

Fesla Yûsif da zanîn ku, pêwîstiya gelê Kurd bi civîneke wiha ye, ku doza Kurd li maseyê guftûgoyan were danîn û berjewendiya Kurdî bidin pêş berjewendiyên partîtî.

Cîgira Serokê ENKSê diyar kir, ENKS nikare di her civînekê de beşdar bibe, di demkê de ku serkirdeyên wan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve girtî ne û navend û baregehên wan tên girtin û şewitandin, lê heger daxwazên ENKSê bêne cibicîkirin û karibin zemîneyekê amade bikin, ENKSê dê beşdarî vê civînê bibe.

Ji aliyê xwe ve Ebdilkerîm Omer ragihand, ew ENKSê vedixwînin civîna şêwireke netewî di bin navê KNKê de ku biryar e di rojên 15 û 16ê vê nehê li Başûrê Kurdistanê bi rê ve biçe û gelek partî, rêxistin, sazî ji her çar perçeyên Kurdistanê tê de beşdar dibin.