Generalekî Amerîkî: Divê piştevaniyê li serxwebûna Kurdistanê bikin

Generalê pilebilind ê berê yê artêşa Amerîka Ronald Griffith ragihand, Kurdên Iraqê baştirîn hevpeymanê Amerîka li navçê ne û mezintirîn qurbanî di şerê li dijî çekdarên DAIŞê dane, tevî wê jî ji aliyê Bexdayê ve ti piştevanî bo wan nehatiye kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ronald Griffith gotarek di rojnameya “Washington Post” a Amerîkî de belav kir, daxwaz ji Amerîka û Yekîtiya Ewropayê kir, di dema ragihandina serxwebûnê de, piştevaniyê li Herêma Kurdistanê bikin.

Herwiha Ronald Griffith nivîsiye, cudabûna Kurdistanê ji Iraqê ve di berjewendiya asayî ya neteweyî ya Amerîka de ye û dibe fakterek bo aramiya navçê.