HSD riyeke girîng li Reqayê kontrol dike
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) riyeke stratejîk li nava bajarê Reqayê kontrol kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) riyeke stratejîk li nava bajarê Reqayê kontrol kirin.
HSD îro ragihand ku wan karî piştî şerekî giran ku ji şeva bûrî ve berdewam dike, riya Eeyf El-Dewle ya ku mizgefta Mevin bi Reqaya Kevin ve girê dide kontrol bikin.
HSD da zanîn, di wî şerî de 12 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 4 şervanên wan jî canê xwe ji dest dane.
Herweha ragihandiye jî, ku li taxa Der'iye li rojavayê reqayê şerê wan û DAIŞê berdewam e û di şerê li wê taxê de jî 11 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û şervanekî wan jî canê xwe ji dest daye.
Operasyona kontrolkirina navenda bajarê Reqayê ku ji 6 Hizêranê ve berdewam e, HSDê heta niha kariye 5 taxan kontrol bike, duh jî karî derbasî nava Reqaya Kevin bibe.
