Sîweylî: Hêvîdar in Goran û Komel tevlî civîna Encûmena Bilind a referandûmê bibin
Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Huşyar Sêweylî ragihand, di çend rojên bê de PDK û aliyên siyasî yên ku biryara referandûmê dane divcivin û biryarê li ser mîkanîzm û çawaniya encamdana referandûmê didin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Huşyar Sîweylî ji K24ê re got: “Hêvîdar in ku Tevgera Goranê û Komela Îslamî têbigihin wê yekê ku referandûm ne tenê pêwendiya wê bi PDK, parêzgehekê yan bajarekî re heye. Ev pirs girêdayî tevahiya xelkê Kurdistanê heye. girêdayî pêşeroj û çarenivîsa xelkê Kurdistanê heye. Ji ber wê divê ew jî tevlî vê proseyê bibin.”
Sîweylî aşkere kir jî, hemû partî û aliyên siyasî yên di roja 7 Hezîranê de beşdar bûne û biryar dane ku referandûm di 25 Îlonê de bê kirin, di civîna bê ya Encûmena Bilind a serxwebûn û referandûmê de dicivin û mîkanîzm û çawaniya encamdana referandûmê bi hûrî guftûgo dikin.