3 çekdarên DAIŞê li Kerkûkê hatin desteserkirin

Di çend hilmetên lêgerîn û pişknînê de, hêzên rêveberiya Polîsa qezar û navçeyên Kerkûkê û polîsa hawarçûnê ya bajêr 3 çekdarên DAIŞê desteser kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di çend hilmetên lêgerîn û pişknînê de, hêzên rêveberiya Polîsa qezar û navçeyên Kerkûkê û polîsa hawarçûnê ya bajêr 3 çekdarên DAIŞê desteser kirin.

Di daxuyaniyekê de ku çapek jê ketiye destê K24ê, rêveberiya polîsa qeza û navçeyên Kerkûkê ragihandiye, di 12 demjimêrên borî de, hêzên rêveberiya Polîsa qezar û navçeyên Kerkûkê û polîsa hawarçûnê ya bajêr 3 çekdarên DAIŞê desteser kirin.

Herwiha di daxuyaniyê de amaje bi wê hatiye kirin, di hilmeteke din a lêgerîn û pişknînê ya hêzên ewlehiya Kerkûkê û hêzên Pêşmege de, li sînorê qezaya Dubiz 15 bergûman hatin desteserkirin.