Bi serperiştiya Barzanî, nûnerên aliyên siyasî bo pirsa referandûmê dicivin
Roja Şemiya bê 8 Tîrmehê, nûnerên destnîşabkirî yên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bo pirsa referandûmê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dicivin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Roja Şemiya bê 8 Tîrmehê, nûnerên destnîşabkirî yên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bo pirsa referandûmê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dicivin.
Li gor zanyariyên ketine destê K24ê, piraniya aliyên siyasî yên ku nûnerên xwe bo referandûmê diyar kirine beşdarî civînê dibin, tenê Tevgera Goranê û Komela Îslamî nûnerên xwe diyar nekirine.
Ew civîn piştî wê yekê tê, ku piraniya aliyên siyasî yên Kurdistanê di civîna 7 Hizêranê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê biryar dan, ku di roja 25 Îlona îsal de referandûma serxwebûna Kurdistanê were birêvebirin û aliyên siyasî nûnerên xwe bow ê pirsê destnîşan bikin.
Heta niha ji bilî Tevgera Goranê û Komela Îslamî ya Kurdistanê, ku beşdarî wê civînê nebûbûn, tevahiya aliyên siyasî yên din nûnerên xwe diyar kirin.