Celal Talebanî serdana Îranê dike

Medyayên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê belav kirin e, ku dê sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî hefteya bê serdana Îranê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Medyayên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê belav kirin e, ku dê sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî  hefteya bê serdana Îranê bike.

Malpera KurdSat News  daxûyaniyek Ofîsa Ragihandina Sekretariya Celal Talebanî belav kiriye, ku tê de behsa serdana wî ji bo Îranê dike û tê de hatiye gotin: "Hefteya bê,  Celal Talabanî bi serdaneke çend rojî ji Silêmaniyê  ber bi welatê Îranê ve bi rê dikeve."

Her çiqas ji ber nexweşiyê Celal Talabanî nikare biaxive, lê wek hatiye ragihandin serdana wî  serdaneke dostane ye  û li ser vexwandina berpirsên Komara Îslamiya Îranê hatiye rêkxistin.