Bedirxanî piştgîriya referandûma serxwebûnê dikin
Neviya Bedixaniyan, Sînem Celadet Bedirxan daxwaz ji xelkê Kurdistanê dike, ku di roja 25 Îlonê de dengê “Belê” bidin serxwebûna Kurdistanê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Neviya Bedixaniyan, Sînem Celadet Bedirxan daxwaz ji xelkê Kurdistanê dike, ku di roja 25 Îlonê de dengê “Belê” bidin serxwebûna Kurdistanê.
Sînem Celadet Bedirxan derbarê pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê de ji K24ê re axivî û got: “Ez hêvî dikim ku em hemû di refeandûmê de dengê 'belê' bidin.”
Sînem Celadet Bedirxan dibêje ji, êdî niha dem hatiye ku Kurd bibin xwedî dewleteke serbixwe, bo vê jî daxwaz ji aliyên siyasî dikim bi yekgirtin piştgîriya encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê bikin.