Li Bedlîsê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin
Li bajarokê Hîzanê yê girêdayê Bedlîsa Bakurê Kurdistanê du leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û leşkerekî din jî birîndar bû.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarokê Hîzanê yê girêdayê Bedlîsa Bakurê Kurdistanê du leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û leşkerekî din jî birîndar bû.
Hat ragihandin ew bûyer bi sedema teqîna bombeke destkirî ji aliyê gerîlayên PKKê ve bi otombêleke leşkerên Tirkiyê rû daye û di encamê de du leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û leşkerekî din jî birîndar bû.
Piştî bûyerê jî artêşa Tirkiyê li wê navçeyê dest bi operasyoneke berifereh li dijî gerîlayên PKKê pê kir.