DBP 4emîn kongreya xwe bi rê ve dibe
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 4emîn kongreya xwe asayî li Enqerê bi rê ve dibe. Hevserokeke wê di zîndanê de ye û Hevserokê din jî li derveyî welat e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 4emîn kongreya xwe asayî li Enqerê bi rê ve dibe. Hevserokeke wê di zîndanê de ye û Hevserokê din jî li derveyî welat e.
Peyamnêrê K24ê li Enqerê ragihand, DBP 4emîn kongreya xwe di proseseke awarte de bi rê ve dibe, ji ber ku berî ragihandina rewşa awarte li Tirkiyê 106 şaredariyên DBPê hebûn, lê piştî ragihandina rewşa awarte li Tirkiyê 86 şaredariyên wê bi qeyûman hatin guhartin û 9 hevşaredarên wê jî di girtîgehê de ne. Herwiha nêzîk 10 hezar endam û rêveberên wê jî di girtîgehan de ne.
Tê zanîn ku, ji ber ku cezaya girtinê li ser Hevserokê DBPê Kamûran Yuksek heye, niha ew li derveyî Tirkiyê ye û nikare bê Tirkiyê. Hevseroka din jî Sebahet Tuncel jî di zîndanê de ye.