Hevserokatiya DBPê hat guhartin

Hevserokatiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hat guhertin. Şûna Kamuran Yuksek, Mihemed Aslan bû hevserokê nû yê partiyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokatiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hat guhertin. Şûna Kamuran Yuksek, Mihemed Aslan bû hevserokê nû yê partiyê.

DBP, li Enqerê bi diruşma, "Bi Civaka Ronak Berbi Dahatiya Azad" kongreya xwe ya 4'emîn darxist. Di kongreyê de, bi yek lîsteyê hilbijartin hat kirin û şûna Kamuran Yuksek, Mihemed Aslan û Sebahat Tuncel bûn hevserokên nû yên DBPê.

Di dengdanê de 141 delegeyan dengên xwe bikaranîn û 40 kes bo Meclîsa Partiyê bijartin.

Her weha di kongreyê desteya dîsîplînê jî hat bijartin.