Komeleyên Kurdî li Moskoyê piştevaniya referandûmê dikin
Hejmarek ji rewşenbîr û nûnerên rêxistin, komele û navendên kulturî yên Kurd li Rûsyayê û bi beşdarbûna hejmarek ji xwendekarên Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê, li Moskoyê piştevaniya xwe bo referandûma serxwebûna Kurdistanê derbirîn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hejmarek ji rewşenbîr û nûnerên rêxistin, komele û navendên kulturî yên K urd li Rûsyayê û bi beşdarbûna hejmarek ji xwendekarên Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê, li Moskoyê piştevaniya xwe bo referandûma serxwebûna Kurdistanê derbirîn.
Kombûna wan xwendekar û rewşenbîran bi mebesta derbirîna piştevaniya li referandûma serxwebûna Kurdistanê bû, yak u biryar e di roja 25 Îlona îsal de bi rê ve biçe.
Rewşenbîr û nûnerên rêxistin û komeleyên Kurdî yên li Rûsyayê bi ala Kurdistanê û cilûbergên Kurdî kom bûn û ji bilî dupatkirina piştevaniyê ji referandûmê re, daxwaz ji hemû partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kirin ku yekrêziya gelê Kurd biparêzin. Herwiha berjewendiya netewî û ya niştimanî li ber çavan bigirin û proseya referandûmê biser bixin.