Li 15 herêmên Gimgima Mûşê qedexe hat ragihandin

Li 15 herêmên navçeya Gimgimê ya Mûşê qedexeya derketina derve hat ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li 15 herêmên navçeya Gimgimê ya Mûşê qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Parêzgariya Mûşê bi daxuyaniyekê diyar kir ku, bi armanca operasyonên li çiyayê Kolanê, li 15 herêman qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Li gor daxuyaniya parêzgariyê, qedexe wê îşev derengî şevê heta bi dawîhatina operasyonê berdewam bike.

Di nava cihên qedexe lê hatine ragihandin, gelek zozan û gund jî hene.