Demîrtaş bersiva Erdogan da

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahetîn Demîrtaş bersiva Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan dide, ku gotibû ew “Terorist” e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahetîn Demîrtaş bersiva Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan dide, ku gotibû ew “Terorist” e.

Demîrtaş di zîndana Edrneyê de bi riya nameyekê re got; “Destpêkê wî sivikî bi min kiriye, ku ez nûnertiya bi milyonan kes dikim, ez paşde li te vedigerînim. Spasiya wî dikim ku wî çespand ku girtina min bi çi awayekî pêwendiya wê bi dadê nîne, lê bi fermana wî ye.”

Demîrtaş got jî: “Di nava çar dîwaran de, ji min ditirse û gelek bi nemerdî buxtanê bi min dike. Lê dixwazim ku bizanî ez ji bilî ji xewdê, ne ji wî û ne ji kesekî din di bin fermana wî de ditirsim. Heger hemû temenê xwe yê bê jî di zîndanê de derbas bikim, ez tewanekî bi wî awayî nakim û daxwaza lêborînê jî nakim.”

Selahattin Demirtaş di dirêjiya nameya xwe ya vekirî de ji bo Erdogan got: "Berî ku dadgeha min dest pê bike tu min bi terorîstî binav dikî û hukim li biryara dadgehê dikî. Ji bo ku te hemû dadgehkirinên pêşerojê bê wate kirin ez spasiya te dikim. Zû dereng ez ê derkevim pêşberî dadgeran. Li wir kî terorîst e kî qatil e wê di çavê raya giştî de zelal bibe. Ji xwe li cem Xweda her tişt tê zanîn."

Demîrtaş di dawiya nameya xwe de dibêje: “Wijdana min di odeyeke takekesî ya bi tîpa “F” de rihet e û bêtirs im, xema min nexwe.”

Ew nameya Demîrtaş bersiva daxuyaniyeke Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan bû, ku li Almanyayê gotibû, “Ew kesekî terorîst e ku bû sebebê kuştina 53 hemwelatiyên min ên Kurd.”