Şandeke hikûmeta Iraqê gihêşte Hewlêrê
Şandeke Hikûmeta Iraqê gihêşte Hewlêrê û ji aliyê hejmarek ji wezîr û karbidestên hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêşwazî lê hate kirin, biryar e jî bo guftûgokirina çend pirsên di navbera Hewlêr û Bexdayê ligel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bicive.
K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê ragihand, şandeke hikûmeta Iraqê ku ji Wezîrên Petrol, Kehrebe, Çandiniyê û Perwerdê û hejmarek ji birêkarên Encûmena Wezîrên Iraqê pêk hatibû, serdana Encûmena Wezîrên Kurdistanê dikin û ligel Serokê Hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dicivin.
Got jî, şanda hikûmeta Iraqê çend pirsên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ligel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj dikin wek pirsa petrol û wizeya navçeyên ketine sînorê navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê ne.
Herwiha pirsên di warê çandiniyê de, bi taybet wernegirtina genimê cotkaran, ku îsal hikûmeta Iraqê rêjeya wergirtina genimê cotkarên Kurdistanê kêm kiriye. Herwiha di civînê de pirsa karta kehrebe û perwerdeyê jî tên gotûbêjkirin.