Pêvajoyeke yasayî bo diyarkirina gora Bedîûzeman

Ji bo diyarkirina gora Bedîûzeman Seîdê Kurdî pêvajoya yasayî destpê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo diyarkirina gora Bedîûzeman Seîdê Kurdî pêvajoya yasayî destpê dike.

Li gor nûçeya malpera Peyama Kurd, Parêzerê Baroya Rihayê Nurullah Gokçûoglu ragihandiye ku, ew dê ji bo diyarkirina gora Bedîûzeman Seîdê Kurdî serî li dozgeriyê bidin. Derbarê şikenandina gora Seîdê Kurdî û veguhestina tarmê wî de ew dê doz vekin û hemû rêyên yasayî bikar bînin.

Bedîûzeman Seîdê Kurdî  di sala 1878an de li bajarê Bilîsê gundê Nursê ji dayik bûye û wekî fîlozof û zanyarekî mezin ê îslamê ye. Di 23ê Adara sala 1960an de li bajarê Rihayê rehmet kir.

Piştî 2 mehan a mirina wî li Tirkiyeyê derbe çêbû û gora wî ji aliyê derbekeran ve hate xirabkirin û tarmê wî hate derxistin. Heta niha jî cihê termê wî nayê zanîn.

 

Fly Erbil Advertisment