Artêsa Amerîka: Hîna şer li Iraqê bidawî nehatiye
Generalekî pilebilind ê Amerîkî ragiahnd, hîna şer li Iraqê bidawî nehatiye û piştî kontrolkirina Mûsilê jî Amerîka hêzên xwe li Iraqê kêm nake.
K24 – Navenda Nûçeyan
Generalekî pilebilind ê Amerîkî ragiahnd, hîna şer li Iraqê bidawî nehatiye û piştî kontrolkirina Mûsilê jî Amerîka hêzên xwe li Iraqê kêm nake.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî roja 10 Tîrmehê gotara serkeftina li Mûsilê xwend.
Ebadî di gotara xwe de ragihand, tevahiya bajarê Mûsilê ji destê çekdarên DAIŞê hat rizgarkirin.
Bajarê Mûsilê di roja 10 Hezîrana 2014an de ji aliyê DAIŞê ve bê hat dagîririn.
Hîn çekdarên DAIŞê li Hiwêce û Tileferê mane û operasyona leşker y abo kontrolkirina wan her du bajarokan dest pê nekiriye.
Fermandarê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê General Steven Townsend ragihand, hîna şer li Iraqê bidawî nehatiye.
Got jî: "Pêşbînî nakim ti guhartinek li ser hejmar û asta hêzên Amerîka de li Iraqê bibe."
Herwiha got: "Hîna karekî gelekî zehmet û erkekî giran li ser milê Iraqiyan û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ku bi hev re bikin, maye."