Parlementerê HDPê Adem Geverî hate binçavkirin

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Adem Geverî hate binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Adem Geverî hate binçavkirin.

Parlementerê Wanê Adem Geverî li Enqerê dema serdana teziyekê dikir, ji aliyê polîsên dijî terorê ve hate binçavkirin.

Hat zanîn Geverî bi hinceta dozekê ku li Dadgeha Şirnexê derbarê wî de vekiribû hatiye binçavkirin.

Parlementerê HDPê duh beşdarî bernameya Basî Roj a K24ê bûbû û piştgiriya xwe ji bo referandûma Serxwebûna Kurdistanê ragihandibû.