Nisêbîn.. Ava spî bi xwezaya xwe li benda geştegeran e

Pileya germahiya hewayê van rojan gelekî bilind e. Xelk û geşteger ber bi cihên hênik û avî ve diçin. Yek ji van cihan jî Ava Spî ya ku di navbera Midyad û Nisêbîna Mêrdînê de cih digire ye. Her roj bi hezaran geştegerên xwecih li ber siya daran li ser ava cemidî wextê xwe derbas dikin.

 

K24 – Nisêbîn

Pileya germahiya hewayê van rojan gelekî bilind e. Xelk û geşteger ber bi cihên hênik û avî ve diçin. Yek ji van cihan jî Ava Spî ya ku di navbera Midyad û Nisêbîna Mêrdînê de cih digire ye. Her roj bi hezaran geştegerên xwecih li ber siya daran li ser ava cemidî wextê xwe derbas dikin.

Ava Spî 20 kîlometreyan ji Midyad û 20 kîlomereyan jî ji Nisêbînê dûr e. Xelk û geştegerên Bakûr bi taybetî di mehên havînê de bêhnvedana xwe li vir derbas dikin. Mêvanên vê derê zêdetir yên ku ji bajarên wekî Riha, Diyarbekir, Sêrt, Şirnex, Mêrdîn, Êlih û bajarên din in.

Cemîle Akay nişteciha Hezexa Şirnexê yê. Lê di şerê 2016'an yê di nav bajêr de mala wê jî hatiye rûxandin û koçî Stenbolê kiriye. Akay ji Stenbolê bo serdana xizmên xwe vegeriyaye ser cîwarê xwe û xwestiye ku bi malbata xwe re li ser ava spî li ber siya çinaran demeke xweş derbas bike.

Geşteger Cemîle Akay ji K24ê re got: "Ev der cihekî hênik e, xweş e. Miletê me zehf in, hemû miletê me ye. cihê me xweş e, hênik e, miletê me qenc e. Heger ji me re biqede em her gav liv ir bin ji me re xweş e lê naqedê. Em ê piştî du rojan vegerin. Germ e lê dîsa jî welatê me ji her derî xweştir e."

Li ser avê, çewlikên masiyan jî hatine avakirin. Ji ber wê yekê li vir gelek xwaringehên masîvan an jî hene. Lê ji bilî masiyên cûre xwarinên goşt jî hene. Celîle xanim jî bi malbat û hevalên xwe re hatiye serê avê. Celîle Xanim dixwaze derdora ava spî bê nûjenkirin û ji bo rihetiya geştegeran xizmetgûzariyên hemdem were kirin.

Geşteger Celîle Xanim dibêje jî: "Em her rojên Şem û Yekşemê tên vir, dema ku dibistan girtî be û kar û xebat nebe em zêdetir tên vir. Em bêha xwe liv ir vedikin. Yên ku bixwazin xwarina xwe bi xwe re tîne yên ku bixwazin jî dikarin liv ir xwarinê bixwin. Hunermendên me hene tên vir lê didin em jî direqisin. "

Ji ber ku di nav avê de textên bêhnvedanê hatine vedan xelk dikare lingên xwe jî têxin nav avê û xwe hênik bikin. Xwediyên kargehan jî ji hatine geştegeran kêfxweş in. Hekîm Agirman jî xwediyê kargehekê ye. Agirman ji hatina geştegeran kêfxweş e lê dibêje tora telefonê li vê derê bi kêr nayê û xelk nikarin telefonên xwe liv ir bi kar bînin û daxwaza bicihanîna vî xizmetê dike.

Hekîm Agirman got: "Ev der cihekî pir xweş e. Em dixwazin xelk werin vê seyrangehê. Dinya germ e, me jî li vir razemenî kiriye. Dema ku xelk werin vir em ê jî kar bikin. "

Çemê Ava Spî ku di hembêza Çiyayê Bagokê de cih digire bi xwezaya xwe li benda geştegeran e.

 

Fly Erbil Advertisment