ENKS: Referandûm gava pêşî ji bo serxwebûna Kurdistanê ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) piştevaniya xwe ji referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê re radighîne û dibêje her çalakiyeke di derbarê serxwebûnê  û referandûmê de hebe ew beşdarî wê çalakiyê dibin.

Serokê ENKSê Îbrahîm Biro derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de ji K24ê re got: “Derfeteke gelekî baş e ku partiyên Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî biryar dane ku referandûm di 25 Îlona îsal bi rê ve here.”

Biro got: “Em wek ENKSê her çalakiyeke di derbarê serxwebûnê  û referandûmê de çê dibe, em tê de beşdarî wê çalakiyê dibin. Herwiha hêvî dikin heta roja referandûmê jî ti astengî dernekevin pêşiya Herêma Kurdistanê û referandûm serkeftî be, ku gava pêşî ye ji bo serxwebûna Kurdistanê.”