Ji Referandûmê bi paş ve vekişin
K24 – Navenda Nûçeyan
Emîndarê Giştî yê Rêxistina Bedir daxwaz ji Kurd dike ji biryara referandûmê bi paş ve vekişin, ta nebe sedema cudabûna zêdetir, dema encamdana referandûmê jî bi ne guncaw binav dike.
Emîndarê Giştî yê Rêxistina Bedir Hadî Amirî li bajarê Besra li başûrê Iraqê di çarçova beşdariya di ahengeke serkeftina hêzên Iraqî de bi ser çekdarên DAIŞê ya li Mûsilê de got: “Dema wê yekê ye ku berve navçeyên Tilefer, rojavayê Kerkûk û rojavayê Enbarê biçin û xwe bigihînin sînorê Sûriyê û ji destê DAIŞê rizgar bikin. Herwiha planeke ewlehiyê bi biştevaniya hewlgîriyê bo wan navçeyan were danîn, ku DAIŞ ji wir derbixin, da ku careke din nikarebe vegere.”
Hadî Amirî daxwaz ji Kurd kir ku ji biryara referandûmê bi paş ve vekişin û got: “Em daxwaz dikin ku Kurd ji biryara referandûmê bi paş ve vekişin, ji ber ku ew yek dê bibe sedem ku gelek dever jî cudabûnê bixwazin û niha ne dema encamdana referandûmê ye.”
Hadî Amirî di axaftina xwe de daxwaza aktîvkirina yasaya Heşda Şeibî kir û got: “Pêwîst e yasa were aktîvkirin û Heşda Şeibî were rêkxistin, û ji bo rûbirûbûna metirsiyan divê were biçekirin.”