Roja hilbijartina parlemento û serokatiya Herêma Kurdistanê hat diyarkirin
K24 – Navenda nûçeyan
Li gor Fermana Herêmî ya hejmar (128) ku di roja 12 vê mehê derketiye, her du hilbijartina parlementoya Kurdistanê û serokarita Herêma Kurdistanê di roja 1. 11. 2017an de bi hev re tên kirin.
Li gor Fermanê Herêmî, ku wêneyek ji wê ketiye destê K24ê, pêwîst e tevahiya aliyên pêwendîdar pabend bin bi encamdana karên pêwîst û hevahengiyê ligel Komisyona Bilind a Serbixwe a Hilbijartin û Rapirsiyê bikin, bo cibicîkirina wê fermanê.