“Wateya referandûmî, avadankirina Şingalê ye”

K24 – Navenda Nûçeyan

Qeymeqamê Şingalê Miheme Xelîl tekez kir, birêvebirina referandûmê, tê wateya avadankirina Şingalê ye û xizmetguzariyeke mezin ji bo wî bajarî ye.

Qeymeqamê Şingalê Miheme Xelîl di konferanseke rojnamevanî de daxwaz ji xelkê wî bajarî kir, ku piştgîriyê li proseya referandûma serxwebûnê bikin û got: “Masterplaneke stratejîk bo avadankirina Şingalê û vegera xelkê ji wî bajarî re amade kiriye.”

Miheme Xelîl daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kir jî, hevkariya zêdetir pêşkêşî xelkê Şingalê bike, bo xelkê wê vegerin ser mal û samanên xwe û ew bajar bê avadankirin.