Tevgera Goranê Rêkxerê Giştî diyar dike

Tevgera Goranê îro Desteya Serokatiya Civata Giştî hilbijart, heta niha jî Omer Seyid Elî ji bo postê Rêkxerê Giştî yê wê tevgerê bê rikaber e.

K24 – Silêmanî

Tevgera Goranê îro Desteya Serokatiya Civata Giştî hilbijart, heta niha jî Omer Seyid Elî ji bo postê Rêkxerê Giştî yê wê tevgerê bê rikaber e.

Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê ragihand, di hilbijartina serokatiya nû ya Civata Giştî ya Tevgera Goranê de Reûf Osman wek serokê civatê, Salih Jajleyî wek cîgir, Dilxwaz Qadir jî wek Sekreterê Civata Giştî hatin hilbijartin.

Biryar e di rojên bê de, Goran Rêkxerê Giştî jî hilbijêre, lê heta niha Seyid Elî take berbijêr e bo wê postê. Berê Qadir Hacî Elî bo wê postê berbijêr bû, lê wî xwe vekişand.

Di konferanseke rojnamevanî de û di bersiva pirsa K24ê de, Salih Jajleyî ragihand, “Roja 25 vê mehê, 56 endamên Civata Giştî deng didin bo hilbijartina 6 endamên Xana Raperandin û di heman rojê de jî Rêkxerê Giştî tê hilbijartin.

Herwiha ragihand jî, “Heta niha Omer Seyid Elî wek birbijêrê posta Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê ye.

Rêkxerê Giştî yê berê Newşîrwan Mistefa piştî mana 9 mehan li derveyî welat bo çareserkirina tunduristî, roja 13 Gulanê vegeriyabû Herêma Kurdistanê û roja 19 Gulanê li bajarê Silêmaniyê koça dawî kiribû.