PDK û YNKê referandûm û aktîvkirina parlementoyê gotûbêj dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e îro Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bicivin û guftûgo derbarê karên encamdana proseya referandûmê û amadekatiyên wê proseyê de bikin.
Li gor zanyariyên K24ê, biyar e îro PDK û YNKê li Hewlêrê li ser asta bilind bicivin û amadekariyên bo referandûmê û mîkanîzma aktîvkirina parlementoyê gotûbêj bikin.
Her li gor zanyariyan, di civînê de YNKê ronîkirinekê derbarê serdana şanda wê ya bo Tehranê û nêrînên berpirsên Tehranê bidin.
Ev yek di demekê de ye, piştî vegera wan ji Îranê û civîna wan a ligel berpirsên Tehranê, YNKê ragihandibû ew careke din ligel hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dicivin. Di çend rojên borî de jî YNKê ligel çend aliyan li Silêmaniyê civiya bû.