Kerkûk dê beşdariyê li referendûmê de bike

K24 – Navenda Nûçeyan

 Parêzgarê Kerkûkê tekezî li ser beşdarîkirina xelkê Kerkûkê di proseya Referandûma herêma Kurdistanê  de  dike.

Li gor beyanameyek nivîsîngeha parêzgarê Kerkûkê, Necmedîn Kerîm di civîna ligel  berpirsê dosyeya hilbijartinan li Neteweyên Yekgirtî  George Boston tekezî kir ku, xelkê wî bajarî dê beşdariyê di Referandûma serxwebûna Kurdistanê de bikin, ku biryare di 25ê Îlonê de were encam dan. Herweha got,  serxwebûn mafê rewa yê gelê Kurdistanê ye û li dijî belgenameyên navdewletî nî ne.

Her li gor beyanameya nivîsîngeha parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihandiye, rêgirtin li derketina grûbên terorîstî yên nû, di pêşerojê û aramiya siyasî ya Iraqê de pêwîstî ye