Kerkûk dê beşdariyê li referendûmê de bike
K24 – Navenda Nûçeyan
Parêzgarê Kerkûkê tekezî li ser beşdarîkirina xelkê Kerkûkê di proseya Referandûma herêma Kurdistanê de dike.
Li gor beyanameyek nivîsîngeha parêzgarê Kerkûkê, Necmedîn Kerîm di civîna ligel berpirsê dosyeya hilbijartinan li Neteweyên Yekgirtî George Boston tekezî kir ku, xelkê wî bajarî dê beşdariyê di Referandûma serxwebûna Kurdistanê de bikin, ku biryare di 25ê Îlonê de were encam dan. Herweha got, serxwebûn mafê rewa yê gelê Kurdistanê ye û li dijî belgenameyên navdewletî nî ne.
Her li gor beyanameya nivîsîngeha parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihandiye, rêgirtin li derketina grûbên terorîstî yên nû, di pêşerojê û aramiya siyasî ya Iraqê de pêwîstî ye