Mehemed Hacî Mehmûd: Çaverê me Goran helwesta xwe biguhêre
K24 – Navenda Nûçeyan
Sekreterê Partiya Sosyalist a Demokratîk a Kurdistanê Mehemed Hacî Mehmûd derbarê guhartina helwesta Tevgera Goranê ya li ser referandûmê ragihand, bi hilbijartina rêkxerên nû, çaverê ne helwesta Tevgera Goranê jî bê guhartin.
Mehemed Hacî Mehmûd ji K24ê re got: “Referandûm bo yekdengiya xelkê Kurdistanê ye û ne gef e li ser ti kesî yan welatekî ye. 26 sal in wek serxwebûnê li vî welatî heye, em nebû gef û metirsî li ser ti kesî, belkû em bûne cihê bazirganî û ferhenga pêkvejiyanê bo hemû aliyan.”
Mehemed Hacî Mehmûd derbarê Tevgera Goranê de jî got: “Hêvîdar in bi van guhartin û hilbijartinên di nava Tevgera Goranê de, hemû pirsgirêkên wan çareser bibin û bi hilbijartina rêkxerê nû re rewşa ku niha tê re derbas dibin li ber çavan were girtin.”