Mesrûr Barzan: Piştî serkeftina dengê “Belê” biryara serxwebûnê cibicî dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dupat dike, serxwebûna Herêma Kurdistanê dibe sedema aramiyê li navçê.
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotarekê de ku li rojnameya Washington Times belav bûye tê de nivîsiye, divê rêyeke nû ya pêwendiyan ligel hikûmeta Iraqê dabirêjin û rêgiriyê li duberebûna şaşbûnê berê bikin.
Mesrûr Barzanî tekez dike, ew sîstema niha li Iraqê heye ne di berjewendiya Kurd de ye, her ji ber wê û hestkirina bi berpirsayetiyê, biryara birêvebirina referandûma serxwebûnê hatiye dayîn.
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dupat kiriye, piştî serkeftina dengê “Belê” rasterast biryar tê cibicêkirin û bi hevahengî ligel Bexdayê.