Li 3 taxên Nisêbînê qedexe hate ragihandin
Parêzgeriya Mêrdînê berî operasyona li dijî PKKê li 3 taxên navçeya Nisêbînê qedexeya derketina derva ragihand.
Parêzgeriya Mêrdînê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û da zanîn ku li gundewarên navçeya Nisêbîn li dijî endamên PKKê operasyonek were destpêkirin.
Bi vê hincetê li 3 taxên bi navê Akarsu, Yavrukoy û Ilkadimê heta fermanekî nû qedexeya derketina derva hate ragihandin.
Parêzgeriyê ji welatiyan daxwaz kir ku pabendî hişyariyê bibin.