Îro Kongressa Amerîkî dibe navenda guftûgokirina pirsa serxwebûna Kurdistanê
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro pirsa serxwebûn û referandûma Kurdistanê di konferansekê de ku bo yekem car e tê encamdan, li Kongressa Amerîkî tê birêvebirin.
Her yek ji Şêwirmendê Enûcmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, Senatorê Komarî û endamê Komîta Karûbarên Derve Jeo Wilson û Senatorê Komarî trent franks panelên wan di konferasê de dibin û diaxivin.
Ew konferans di jêr navê “Kurrdistan, Hevpeymana Stratejîk a Amerîka” demjimêr 9:00 sibê bi dema Washingtonê û (4:00) bi dema Herêma Kurdistanê dest pê dike û rojekê berxwe dide.
Di konferansê de hejmarek ji nivîskar, lêkolîner û generalên Amerîkî beşdar dibin.
Her îro û berî destpêkirina konferansê, rojnameya bi navûdeng a Amerîka Washington Times hejmareke taybet li ser Kurdistanê belav dike, ku çendîn Kongressman, siyasetmedar û nivîskarên Amerîkî û Kurd gotar nivîsandine û piştgîriya referandûma serxwebûna Kurdistanê kirine.
Konferans bi hevbeşî di navbera dezgeha Kurdistan24 bo Ragihandin û Lêkolînan û rojnameya bi navûdeng ê Amerîkî Washington Times tê lidarxistin û her du dezgehên medyayî bi awayekî berfereh û têr û tije romala wê çalakiyê dikin û ji bîner û xwendevanan re vediguhêzin.
Lidarxistina konferasekê derbarê Kurdistanê de wek hevpeymanê stratejîk a Amerîka, hevdemê hewla her aliyekî ye bo gihandina peyama xelkê Kurdistanê bi navendên girîng û biryarbidestên cîhanê dest pê kiriye, ji ber ku Herêma Kurdistanê biryar daye di roja 25 Îlona 2017an de referandûma serxwebûna Kurdistanê bi rê ve bibe.
Ew berpirsên di konferansê de penalên wan hene û diaxivin, bi giranî li ser pirsa referandûmê û xistina roniyê li ser wê ji bo Amerîkiyan û welatên derve diaxivin, bo piştevaniya zêdetir li ser asta cîhanê jê re were kirin.
Ev yekem car e dezgeheke medyayî ya Kurdistanê û Amerîka konferansekê bi vî awayî derbarê pirsa serxwebûma Kurdistanê li nava Kongressê lidar dixin.
Rêveberê Giştî yê Kurdistan24ê Nûredîn Weysî ji Washingtonê ve li ser girîngiya birêvebirina wê konferansê got: “Demek e li Amerîka bi giştî û di nava Kongressê de behsa serxwebûna Kurdistanê tê kirin û Kurdistan24 wek take medyaya Kurdî li vir kompînekê bo serxwebûna Kurdistanê ragihandiye û ligel Washington Times vê hefteyê konferansekê lidar dixe. Girîngiya vê konferansê di wê de ye ku bo yekem carê derbarê serxwebûnê de dezgeheke Kurdî û dezgeheke Amerîkî li nava Kongressê konferansekê bi rê ve dibin.”
.jpg)
Herwiha got: “Rast e li vir dibe ku hin dîplomasiyên Amerîkî bibêjin ku niha ne dema referandûmê ye, lê heta niha di nava Kongress û di nava berpirsên Amerîkî de ti berpirsek nîne bi aşkere li dijî serxwebûna Kurdistanê be.”