Ryan Dilon: 2 hezar çekdarên DAIŞê yên biyanî li Reqayê ne
K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî radigihîne, li Reqayê nêzîkî 2 hezar çekdarên DAIŞê yên biyanî di nava DAIŞê de hene.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Ryan Dilon di zincîreyeke tiwîtan de ragihandiye, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kariye di hefteya borî de 16.5 K.M ji bajarê Reqayê kontrol bike ji destpêka operasyonê de û heya niha kariye 45 ji sedî ji bajarî kontrol bike.
Ryan Dilon diyar kiriye, HSDê niha hewl dide Reqa ji aliyê başûrê çemê Ferêt ve dorpêç bike û baregehên xwe li wê derê tund û berfereh bike.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî amaje bi wê jî kiriye, ku niha nêzîkî 2 hezar çekdarên DAIŞê yên biyanî di nava Reqayê de hene.
Berî niha jî Berdevka Operasyona Herêsa Ferêt Cîhan Şêx Ehmed ragihandibû, HSDê 8 taxên Reqayê bi temamî kontrol kirine û 12 tax jî di destê DAIŞê de mane.