Jay Garner: Pêwîst e dawî li Iraqa yekperçe bînin

K24 – Navenda Nûçeyan

General Jay Gernar de çarçova beşdariya di konferansa “Kurdistan Hevpeymana Stratejîk a Amerîka” de û panelekê de ragihand, gelê Kurd qehremaniya xwe çespand û dilên serbazên Amerîka li cem Kurd dimîne.

Herwiha ragihand, ji ber ku Amerîka tekezî li Iraqeke yekperçe kiriye, Sune û Kurd hatine piştguhkirin. Dupat kir jî, pêwîst e dawî li Iraqa yekperçe bînin.

General Jay Gernar ragihand jî, ji sala 2014an ve Kurd bi çekeke sade karî bi awayekî baş bergîriyê li xwe bike û DAIŞê bişkîne.

Herwiha tekezî li wê kir, “Peymana Sykes-Picot bidawî hatiye û divê em hemû têbigihin ku guhartin çê bibin, bi taybet jî bo ewên ku hevpeymanên me ne.”