General Ronald Griffith: Iraq nema hevpeymana Amerîka ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Generalê xaneşînkirî yê Amerîka Ronald Griffith di paneleke konferansa “Kurdistan Hevpeymana Stratejîk a Amerîka” de li Washingtonê ragihand, dema wê hatiye ku Herêma Kurdistanê serbixwe bibe.

Îro pirsa serxwebûn û referandûma Kurdistanê di konferansekê de ku bo yekem car e tê encamdan, li Kongressa Amerîkî tê birêvebirin.

General Ronald Griffith di panelê de ragihand, “Divê hewlên me bo serxwebûna Kurdistanê bigirine ber û dawî li siyaseta Iraqa yekgirtî bînin.”

Herwiha tekez kir jî, Iraq nema hevpeymana Amerîka ye û di berjewendiya Îranê de kar dike.

General Ronald Griffith amaje bi wê jî kir, divê Tirkiye jî bo pirsa serxwebûna Kurdistanê hevkar be.

Konferansa “Kurdistan Hevpeymana Stratejîk a Amerîka” bi sponseriya Kurdistan24 û rojnameya Washington Times û bi beşdariya nivîskar û şarezayên leşkerî ên Amerîkî û endamên Kongressa Amerîkî bi rê ve diçe.