Ernie Audino: Kurd gavên girîng avêtine û Iraq şikestî aniye

K24 – Navenda Nûçeyan

Generalê berê yê artêşa Amerîka Ernie Audino serxwebûna Kurdistanê bi girîngî binav dike û radigihîne, divê Iraq karvedana şaşbûnên xwe hilgire.

Derbarê jinavbirina DAIŞê de wî Generalê berê yê artêşa Amerîka ragihand, ta Kurd neyê bihêzkirin, DAIŞ bidawî nabe.

Derbarê serxwebûna Herêma Kurdistanê de ragihand, Iraq ji Kurdistanê cuda dibe, ne ku Kurdistan ji Iraqê cuda dibe.

Li ser ferehbûna hejmûna îranê got, Îran dixwaze di riya Iraqê re sînora desthilata xwe fereh bike, Herêma Kurdistanê jî dawî cih e bo ragirtina hejmûna Îranê.  

Ernie Audino tekez kir jî, dikarin di warê wize de jî pişt bi Kurdistanê bibestin, li cihê wizaya Rûsyayê.

Îro pirsa serxwebûn û referandûma Kurdistanê di konferansekê de ku bo yekem car e tê encamdan, li Kongressa Amerîkî tê birêvebirin.

Konferansa “Kurdistan Hevpeymana Stratejîk a Amerîka” bi sponseriya Kurdistan24 û rojnameya Washington Times û bi beşdariya nivîskar û şarezayên leşkerî ên Amerîkî û endamên Kongressa Amerîkî bi rê ve diçe.