Necmedîn Kerîm: Roj bi roj piştgîriya referandûmê zêde dibe

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgarê Kerkûkê û endamê Polîtburiya YNKê Necmedîn Kerîm di panelekê de di konferansa “Kurdistan Hepeymana Stratejîk a Amerîka” de ragihand, xelkê Kurdistanê bo pirsa referandûmê yekgirtî ne.

Necmedîn Kerîm got: “Me qurbaniyên mezin dane, heger li dîroka Iraqa nû binêrin, ma ti demê bi yeksanî û wekhevî bi pêkhateyên din re nehatiye danûstandin. Bi dirêjahiya dîrokê maf bi Kurd nehatiye dayîn ku mafê xwe bidest bixe.”

Herwiha got: “Piştevaniya referandûmê ji aliyê partiyên Kurdistanî ve roj bi rojê zêde dibe.” Got jî: “Referandûm li navçeyên Kurdistanî yên ji Herêma Kurdistanê hatine birîn jî tê kirin û hemû pirsgirêk ligel Bexdayê tên çareserkirin, ku şandekê diyar dikin bo gotbêjkirina wan pirsgirêkan.”