Amerîka hevkariyeke mezin ji çekan digihîne YPGê

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka bi alîkirina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berdewam e. Di hefteya borî de 180 barhilgir gihand wan her du hêzan bo şerê Reqayê.

Ajansa “Anadolu” a Tirkî ragihand, roja 22 Tîrmehê 100 barhilgir û roja 28 Tîrmehê 80 barhilgirên din di sînorê Iraqê re gihêştin bajarê Hesekê, ku otombîlên leşkerî, çek û teqemeniyên curbicur gihand YPG û HSDê.

Li gor zanyariyên wê ajansa Tirkî, ku di meha Tîrmehê de zêdetirî 629 barhilgir ku ji çek, teqemenî û kelûpelên leşkerî ji Amerîka ve gihêştine YPG û HSDê.

Li gor belgeyekê ku ji Wezareta Bergîrî ya Amerîka ketiye destê wê ajansê belav kiriye, di lîsteya çekan a ku gihêştiye YPGê 12 hezar Kalashnikov, 6 hezar tivingên otomatîkî, 3 hezar û 500 çekên giran yên otometîkî, 3 hezar RPG-7, hezar AT-4 ya Amerîkî ya mûşekên li dijî tankan SPG-9 yê Rûsî tê de bûn.

Ji bilî wê jî, 235 guleyên Hawinê, 100 qenas, 450 dûrbînên şevê ji curên PV-7 û 150 dûrbîbên lêzerî yên jêr tîşka sor gihêştina YPG û HSDê.

YPG ku hêza sereke ya HSDê ye, ji 6 Hezîrana borî ve û bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞ bi serokatiya Amerîka dest bi operasyona kontrolkirina navenda bajarê Reqayê kiriye, heta niha jî zêdetirî ji sedî 45 ji wî bajarî kontrol kiriye.