“Bo çavdêriya referandûma serxwebûnê, bi sedan çavdêr tê Herêma Kurdistanê”

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê rêxistina “SOD” a Amerîkî Stephen Michel ji K24ê re ragihand, piştî amadekariyan di hefteyên bê de bi sedan çavdêrên navdewletî û bi armanca çavdêrîkirina li referandûma serxwebûna Kurdistanê, tên Herêma Kurdistanê.

Got jî: “Rêkeftina jihevtêgihêştinê di navbera me û Komisyona Bilind a Serbixwe a Hilbijartinên Herêma Kurdistanê heye û bi awayekî zelal çavdêriya proseya referandûma serxwebûna Kurdistanê dikin.”

Her girêdayî bi wê pirsê ve, Serokê Rêxistina COD a Amerîkî Brian Mefford bo çavdêrkirina hilbijartina aşkere kir, bi armanca çavdêrîkirina referandûm û hilbijartinên li Herêma Kurdistanê ne.

Mefford ji K24ê re amaje bi wê kir, di dema borî de wan çavdêriya 21 hilbijartinan li welatên cuda cuda kirine û wek çavdêr bo referandûma serxwebûna Kurdistanê hatine Kurdistanê.